Li gor daxuyaniyê ketîbetên Sultan Murat li çend gundên Cerablusê komkujî pêk anîn, bi taybetî li gundê Bîr El-Kûsa. Piştî wê bûyerê li ser banga Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê yekîneyeke ji 4 şervanên YPG’ê ji Pira Qereqozak çû alîkariyê, lê artêşa tirk û çekdarên Lîwa Sultan Murad ew xistibûn kemînê û dîl girtibûn.
Daxuyanî dibêje eger tiştek were serê wan şervanên YPG, wê artêşa Tirk hesabê wê yekê bike.
Yekîneyên Antî Teror radihand ku wan li başûrê Cerablusê operesyonek li dar xistin û di wê operasyonê de 2 çekdarên Lîwa Sultan Murad bi navê Mihemed El-Ehmed û Elî Mihemed esîr girtin, ew her du kesên ku hatine girtin ji bajarê Hemayê ne.