Meclîsa Êzdîyên Sûriyê di daxuyaniyekê de ji PYD daxwaz dike ku destê xwe nexe nava karûbarên Êzdiyan li Sûriyê.
Di daxuyaniyê de her wiha hatiye ku li Serê Kaniyê û Efrînê çekdarên Îslamî yên tundrew zilmeke mezin li wan kirin û ji ber wê yekê gelek ji wan neçar man ku dev ji mala xwe berdin û koçber bibin.
Meclîsa Êzdiyên Sûriyê eşkere dike ku vê dawiyê PYD jî dest pê kiriye ku wan bixe bin destelata xwe.
Li gor daxuyaniyê li herêma Cizîrê PYD dest daniye ser Mala Êzîdiyan û ji xwe re berpirsên Mala Êzdiyan dest nîşan dike, ev jî ji aliyê Kurdên Êzdî ve bi temamî tê redkirin.
Daxuyanî her wiha eşkere dike ku PYD li Efrînê, bêyî ku li Êzdîyan guhdarî bike û nêrîna wan bistîne peykerê Zeradeşt çêkirin û ew peyker bi tu awahî nûnertiya Êzdiyan nake.