Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, di dema pêşwazîkirina Şanderê Taybetî yê Holandayê yê bo Karûbarên Sûriyê Gerard Steeghs de, cîbicîkirina rêkevtinên berê yên di navbera aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê û yekrêziya navbera wan de, garantiya bi dest xistina mafên gelê kurd de di pêşeroja Sûriyê de ye.
Mesrûr Barzanî behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir û bal kişande ser cîbicîkirina rêkevtinên pêştir ên ku di navbera hêz û aliyên Rojavayê Kurdistanê de hatibûne îmzekirin û ew yek weke xaleke giring bi nav kir.
Barzanî got, ji bo bi dest xistina mfên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, pêwîst e rêkevtinên berê yên Hewlêrê û Duhokê werin cîbicîkirin û hemû alî pabendî wan rêkevtinan bin.
Herwiha wiha ragihand ku yekîtiya rêza kurd, wê pêşeroja wan li Sûriyê garantî bike û tekrewî û xweferzkirin xeter li ser li ser pêşeroja kurdan li Sûriyê çêkiriye.