Serrûpel Nûçe “PYD dîktatore û divê PKK ji Şengalê derkeve“

“PYD dîktatore û divê PKK ji Şengalê derkeve“

Belav bike

Di hevpeyvîneke xwe de ligel BBC, beşê farisî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, di derbarê rojavayê Kurdistanê de ji bo PYD got, tenê yek daxwaza me ji wan heye, ew jî bi hemû aliyan re danûstandinê bikin û bi wan re li hev bikin. Ew derfeta kar û çalakiyan nadin tu partiyeke din û siyaseteke dîktatorî dimeşînin.”

Derbarê girtina sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, Barzanî dibêje “Sînor tenê ji bo alîkariyên mirovî vekirî ne. Lê ew rê nadin çek di sînor re derbas bibin. Ew niha wê yekê gotûbêj dikin ka gelo ew çi bikin ji bo ku ew sînor bêhtir bêne vekirin, çimkî ev di qazanca me hemûyan de ye.”

Barzanî got, pêşmerge çûne Kobanî û ligel biyarê xwe Kobarî rizgarkirin û vegeriyan, heman tiştî ew ji PKK jî daxwaz dikin ku ji Şengalê derkevin.

Birayên me yên Kurdên rojava, roleke mezin di rizgarkirina Şengalê de lîstin, ew spasiya wan dikin ku hêviya wan ewe ku PKK û hêzên ser bi wê ve ji Şengalê derkevin, û mayîna wan li Şengalê wê pirsgirêkên mezin çêbike, ji ber hesasiyeta Şengalê.