Serrûpel Nûçe Tirkiyê emrê girtina Salih Mislim derxist

Tirkiyê emrê girtina Salih Mislim derxist

Belav bike

Tirkiyê biryara girtna hevserokê PYD Salih Misilm derxist û PYD jî dibêje ev biryara dijî peymanên navdewletî û mafê mirovane.

Hikûmeta tirkyê navê hevserokê PYD Salih Misilm xistiye nava lîsteya serkirdeyên PKK û biryara girtna wî hatiye derxistin.

Salih Misilm û 47 serkirdeyên PKK ji aliyê Tirkiyê têne tewanbarkirin ku û daxwaza girtina wan tê kirin.

Kesên weke Zubêr Aydar, Remzî kartall, Cemîl bayk, Dr. Bahoz di nava wê lîsteyê de cih digriin.

Biryara girtna salh msilm bi sûcê pêkanîna êrîşekê roja 17 şibatê li ser hêzên Artêşa Tirkiyê li Enqerê hatye derxistin ku PYD bi wê êrîşa li ser hêzên Tirkiyê hatiye tometbarkrin.
Ji aliyê xwe ve jî PYD daxuyaniyeke nivîskî belav kir, û têde ev biryara Tirkiyê protesto kir û daxuyakirin ku ev biryara dijî peymanên navdewletî û mafê mirovane.