Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro pêşwaziya şandeke bilnid ya ENKS kir.
Şanda ENKS, ji serokê wê Îbrahîm Biro, sekreterê Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S) û sekirdeyekî din yê heman partiyê pêk hat.
Di hevdîtinê de serok Barzanî piştgiriya xwe ji xebata ENKS û serkirdeyên wê yên di zindanên rêveberiya xweser de anî ziman.
Şanda ENKS jî ji aliyê xwe ve pîrozbahiya xwe di derbarê rêkeftina aliyên siyasî û ji bo destnîşankirina roja referanduma başûrê Kurdistanê Barzanî re pîrozbahiya xwe pêşkêş kir.
Her du alî li ser rewşa siyasî li herêmê, li Sûriyê û rola Encumena Kurdî di nûnertiya pirsa Kurd de li Sûriyê rawestiyan û tekezî li ser redkirina kiryarên PYD û êrîşa li ser tevgera kurdî û girtina siyasetmedaran kirin.