Serrûpel Nûçe Bi 4 zimanan Promoya Festîvala Serxwebûnê hate amadekirin

Bi 4 zimanan Promoya Festîvala Serxwebûnê hate amadekirin

Belav bike

Îsal Roja 26 meha 8, li Almanya bajarê Kolnê, festîvaleke mezin ji bo serxwebûna Kurdistanê tê li darxistin.

Di festîvalê de, ne tenê ji Almanya, ji gelek welatên din yên Ewropa, weke Frensa, Belcîka, Hollanda, wê Kurd beşdar bibin, û di bin ala Kurdistanê de, wê daxwaza serxwebûnê û avakirina dewleta kurdî bikin û piştgiriya xwe ji bo referanuma serxwebûna başûrê Kurdistanê bînin ziman.

Promoya festîvalê, bi zimanê kurdî, bi zarayên kurmancî, soranî û zazakî hatiye amadkeirin, her wiha bi erebî, tirkî û farisî jî promo amade bû.

Komîteya ku bi festîvala Sykes Piko rabûbû, hema komîteye ku bi festîvala Serxwebûna Kurdistabnê radibe, her wiha gelek dezgeh û sazî û kesyatiyên din di nava komîteyê de cih digirin.