Berpirsê baskê Şingalê PDKê ragehand, ku çekdarên PKKê û milîsên Heşdî Şeibî alîkariya yek dikin li dijî Pêşmerge.
Berpirsê baskê 17ê yê Şingalê yê PDKê Wehîd Bakozî ji BasNews re ragehand, PKK û Heşdî û Şeibî hewl didin rêya Şingalê bo Sûriyê vekin, ji ber dixwazin li gor dilê xwe çek û teqemenî ji Sûriyê ve bînin bo Iraqê û ji Iraqê jî bibin bo Sûriyê.
Wehîd Bakozî guman dike ku ew hewldanên PKKê û Heşdî Şeibî planeke herêmî be bo vekirina rêyekê bo bi yek ve girêdana PKKê, Heşdî Şeibî û milîsên Hizbulaha Lûbnanî û bi taybet jî Hizbula û DAIŞê rêkeftinek pêkanîne bo bicîh kirina çekdarên DAIŞê li navçeyên sînor ên Sûriyê li nêzîk parêzgeha Enbarê ya sunne.
Wî berpirsê PDKê ragehand, Heşdî Şeibî rêkeftina li gel hêzên Pêşmerge binpê kiriye û bi alîkariya PKKê ve plan li dijî Pêşmerge vedigerînin.