Serrûpel Nûçe Berdevkê Erdogan: Emê êrîşî Efrînê bikin!

Berdevkê Erdogan: Emê êrîşî Efrînê bikin!

Belav bike

Berdevkê serokomariya Tirkiyê eşkere kir ku dema hate xwestin ewê derbasî Efrînê bibin.

 

Îbrahîm Kalin ji televîzyona fermî ya Tirkiyê re axifî û got, hemû amadekarî ji bo operasyona Efrînê hatine kirin û di dema munasib de û ji bo parastina ewlekariya Tirkiyê ewê hêza xwe derbasî Efrînê bikin.

 

Kalin her wiha eşkere kir ku Tirkiyê, Rûsya û Îranê li ser rewşa Idlibê li hev kirine, wê êdî Idlib bibe bajarekê hêmin, û wê bombebarankirin raweste.