Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrîşên hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûk û Kurdistanê de peyamek nû belav kir.
Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de dibêje, ji ber ku gelê Kurdistanê bi rêyeke aştiyane û demokratîk mafê xwe yê asayî û xwezayî ji bo derbirîna deng û nêrîna xwe bi kar aniye, niha ketiye bin gef û dorpêçan û cezakirina bi komî.
Barzanî dibêje, hikûmeta Iraqê dixwaze di bin hinceta ferzkirina yasayê de milletekê ceza dike ku tenê nêrîna xwe derbiriye û ti tawanek nekiriye û hevdem dixwazin bi pîlangêriyê îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê Kurdistanê ferz bikin û rûmeta milletê me bişkînin.
Barzanî bang li wîjdana hemû gelên cîhanê, raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên sranserî cîhanê dike ku piştgiriya gelê Kurdistanê bikin û rê li cenosîd û karesateke nû bigirin ku nêzîk e bihête serê gelê me û ji wan dixwaze ku fişarê bixin ser hikûmetên welatên xwe û navendên biryarê, daku hişyar bin li ser wê zordariya ku derheqê gelê Kurdistanê de tê kirin.
Naveroka peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Cemawerê serbilindê Kurdistanê
Kurdistaniyên derveyî welat
Raya giştî ya cîhanê
Piştî wê yekê ku gelê Kurdistanê bi awayeke aştiyane raya xwe li ser diyarkirina çarenivîsê, ku mafekî asayî û xwezayî yê her gel û neteweyekê ye, derbirî, niha gelê me ketiye ber êrîş û dorpêç û cezakirina bi komî. Hikumeta Iraqê jî bi navê ferzkirina yasayê mijulî cezakirina milletekê ye ku tenê raya xwe derbiriye û ti tawanek nekiriye. Ew cezakirin ku li dijî gelê me heye binpêkirina hemû sînoran û yasa û Destûra Iraqê ye û di heman demî de dixwazin îradeya xwe bi zora çek û şer li ser gelê me bisepênin û rûmeta gelê me bişkînin. Ev jî bûye sedema têkdana jiyana xelkê û koçberbûna zêdetir ji 150 hezar kesan.
Li vir ez bang li wîjdana gelên cîhanê û raya giştî û azadîxwaz û rewşenbîrên seranserê cîhanê dikim ku piştevanê gelê Kurdistanê bin û rê li cenosîd û karesatekî nû bigirin ku tê serê gelê me û fişarê bixin ser hikûmetên xwe û navendên biryarê ji bo ku bêne deng li ser vê zulm û sîtema ku li gelê Kurdistanê tê kirin. Ji ber ku ew hikûmet ji ber berjewendiyên xwe, qurbaniyên xelkê Kurdistanê û pêşmergeyan ji bîr kirine, ku di şerê terorîstên DAIŞê de pêşkêş kirine û li şûna hemû cîhanê bersingê rêxistina terorîstî ya DAIŞê girtibû û me bi hezaran şehîd û birîndar di wê rêyê de da. Ji bo wê yekê daxwaz dikim rê li vê şerfirotinê û kuştin û binpêkirin û koçberkirina xelkê bigirin, ku hikûmeta Iraqê bi rêya milîsan û hêzên xwe û bi hevkarî û rênimayiyên derekî li dijî Kurdistanê encam dide.
Her li vir daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewropa û Amerîkayê dikim ku bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo piştevanîkirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê li gelên wan welatan bikin ku têde nîştecih in ku ev şer û dorpêça li dijî gelê me bi zûtirîn dem rawestînin. Daxwaz dikim dengê mezlumiyeta Kurdistanê û peyama aştîxwaziya gelê me ragihînin cîhanê.
Mesûd Barzanî
20.10.2017