Serrûpel Nûçe Biro: Xwezî PYD jî di nava opozîsyonê de beşdarî Cinêvê biba

Biro: Xwezî PYD jî di nava opozîsyonê de beşdarî Cinêvê biba

Belav bike

Serokê ENKSê hêvî kir ku PYDê jî di nav aliyên opozisyonê de beşdarî danûstandinên Cinêvê bibe.

Îbrahîm Biro, ji Rûdawê re daxuyakirin ku heger PYD û aliyên din yên Kurdî cihê xwe di nav aliyên opozisyonê de bigirin, wê nûneratiya gelê Kurd di kongire û hevdîtinên navdewletî de xurttir bibe, û dibêje heger PYD û aliyên din yên Kurdî nikarin di nav Itîlafê de kar bikin, bila di nav aliyekî din yên opozisyonê de kar bikin.