Dotmama serokê Sûriyê Beşar Esed li Almanya iltîca kir û îro mafê penaberiyê wergirt.
Fatma Mesûd Esed, ku keça apê Beşar Esed e, sala 2016 çûbû Almanya û serî li mafê penaberiyê dabû.
Îro dadgeheke bajarê Munsterê biryar da û mafê penaberiyê da wê.
Berî 6 mehan grûpekê êrîşî wê kiribûn û li wê dabûn û ew bi kuştinê tehdîd kiribûn.
Fatma El Esed jinebî ye, û niha li kampeke penaberan li Almanya dimîne.
Ew jina pismamê Beşar Esed Hîlal El Esed bû, ku li Laziqiye fermandariya Hêzên Berevaniya Niştimanî dikir, piştîre di sala 2014 de di şerekî de hatibû kuştin.