Serrûpel Nûçe “Îran dixwaze Hûsiyên Silêmanî ava bike”

“Îran dixwaze Hûsiyên Silêmanî ava bike”

Belav bike

Nivîskarê beşa Îslama siyasî behsa vê yekê dike ku, çawa Husiyan li Yemenê çek rakirin, Îran dixwazê li Silêmaniyê jî hêzeke wek Husiyan li Silêmaniyê ava bike.

Soran Sêwkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îran dixwaze Silêmaniyê li Kurdistanê qut bike, ku bikarê hewldanên xwe ji Silêmaniyê ve bo Koye, ji Koye ve jî bo Hewlêrê bibe. Vê gavê kar li ser Silêmaniyê dike. Çawa Husiyên Yemenê berda canê Yemenê, li Kurdistanê jî xelk berdaye canê Silêmaniyê. Berê gotin tenê gotin bû, lê piştî 17ê Sibatê kevir hate bikaranîn û naha jî çekên giran berê wan daye binkeyan û tên bikaranîn. Li Ranya şerê bi çek hatiye kirin, ev jî qonaxeke nû ye li bajar.’’

Soran Sêwkanî got, PKK hewldanan de ye û artêşa Tirkiyê tehrîk dike bo ku artêş êrîş bike ser sînorên Kurdistanê. ‘’Ev jî dîsa bi fîtên Îranê ve tê kirin.’’ Dervey vê jî hewldanek heye bo ji Bexdayê ve artêşa Iraqê bê bo Kurdistanê.

Sêwkanî got: ‘’YNK naha veciniqîye û dibîne li sînorê wan çi hatiye kirin. Ji ber vê jî dibe ku rewş neyê kontrol kirin û ne dûre rewş ber bi aliyek din ve biçe.’’

Berî naha endamê fraksiyona Gorran li parlamentoya Iraqê Emîn Bekir aşkera kiribû, eger heye serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi bahaneya xwepêşandanan biryara rêkirina hêz bo Silêmaniyê bide û got: ‘’Ebadî bo dagirkirina Silêmaniyê hêz rêdike, ne bo parastina xelkê.’’ Bas