Serrûpel Nûçe Sirwe Ebdulwahid dixwaze Kurdên rojava ji başûrê Kurdistanê werin derxistin

Sirwe Ebdulwahid dixwaze Kurdên rojava ji başûrê Kurdistanê werin derxistin

Belav bike

Parlamentera Gorran li Îraqê, Sirwe Ebdulwahid Kurdên rojavayê Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê dimînin weke murtezeqe bi nav kir û li ser rûpela xwe ya Facebookê got, divê ew werin derxistin û ax ji wan were paqijkirin.

Sirwe, xuşka xwediyê televîzyona NRT Şasiwar Ebdulwahid e, bi gotinên xwe yên xerab tê naskirin, û carekî ji bo jin û xuşkên pêşmergeyan gotibû: Leşfiroş.