Serrûpel Nûçe Tirkiyê nehîşt Omer Osî beşdarî Soçî bibe

Tirkiyê nehîşt Omer Osî beşdarî Soçî bibe

Belav bike

Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî ku wê rojên 29-30.01.2018 li Rûsya bajarê Soçî birêve biçe, bêhtirî 1300 kesan hatiye dawetkirin.

Lîste ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hate amadekirin.

Endamê parlamana Sûrî ku di heman demê de endamê danûstandinên Cinêvê ye di nava şanda Sûrî de, siyasetmedarê Kurd, rastî Vetoya Tirkiyê hate û Tirkiyê nehîşt ku beşdarî kongreya Soçî bibe.

Omer Osî got, eger Vetoya Tirkiyê li ser wî tuneba j, ew dîsa beşdar nedibû, ew jî weke piştgiriyekê ji bo biryayên xwe yên Kurd.

Omer Osî bi tundî li dijî êrîşên Tikriyê li ser Efrînê derdikeve.