Parlamentera “Die Linke” ya Meclîsa Federal ya Almanyayê Hêlîn Evrîm Sommerê, duh serdana Nûnerê Almanya yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilşad Barzanî kir. Hêlîn Evrîm Sommer a ku di çarçoveya serdanên dezgehên kurdî de bûyî mêvana Dilşad Barzanî, der barê rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê de agahî wergirt. Di hevdîtina ku qasî seetekê domîyayî de, her du alîyan li ser mijarên wek; têkilîyên Başûr û Bexdayê, rewşa piştî referandûmê û îhtîmala çareserîyên pirsgirêkên siyasî yên heyî danûstandineke sûdmend pêk anîn. Di dawîya hevdîtinê de Dilşad Barzanî pirtûkek bi navê ‘Kurdistan’ yadîgarî Hêlîn Evrîm Sommerê kir. Di hevdîtina ku li ofîsa Berlînê ya Dilşad Barzanî pêkhatî de, şêwirmendên çapemenîyê yên Sommerê, Yado Ciwan û Heiko Langner jî amade bûn.
Hêlîn Evrîm serdana nûnerê hikûmeta Kurdistanê Dilşad Barzanî kir – Foto