Serrûpel Nûçe Girtin û îşkencekirina xelkê Efrînê li ser destê çekdaran berdewam e

Girtin û îşkencekirina xelkê Efrînê li ser destê çekdaran berdewam e

Belav bike
Çavkaniyekê ji nav herêma Efrînê ji Rûdawê re da zanîn ku hejmarek welatiyên herêmê ji çend rojan ve ji aliyê grûpên çekdar ên Efrînê ve hatine girtin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Li gorî çavkaniyê, Doktor Sebrî Henan, 72 salî, ji 20 rojan ve girtî ye û Muhendis Yihiya Eyûbî, 52 salî, ji mehekê ve girtî ye, ew li ser destê Ehrar el-Şam hatiye girtin û li dibistanan Salih el-Elî, li taxa Eşrefiyê rastî îşkenceya tund hatiye.
Heman çavkaniyê diyar kir ku Mistefa Xelîl Kalo, Ismet Kalo, Elî Kalo û Adil Kalo ji gundê Kurzêlê li ser destê grûpa Ehrar el-Şerqiye hatine girtin.
Her li gorî çavkaniyê, welatiyên bi navê Ebdilhenan Hemdûş, ji mehekê ve ji aliyê Ehrar el-Şam ve girtiye û rastî îşkenceyê hatiye.
Her weha, Rewad Wehîd Ehmed ku xelkê Tirindê ye ji aliyê Ehrar el-Şam ve li dibistana Salih el-Elî girtî ye
Welatiyê bi navê  Ebdilrehman Yaqûb, 65 salî, 15 rojan ji aliyê grûpên çekdar ve girtî mabû.