Serrûpel Nûçe Turkmenek bû serokê Îtîlafê û nûnerên Kurd li cihê xwe man

Turkmenek bû serokê Îtîlafê û nûnerên Kurd li cihê xwe man

Belav bike

Itîlafa opzosiyona Sûriyê serokekî nû ji xwe re hilbijart û her sê nûnerên ENKSê Ebdilbasit Hemo, Fûad Elîko û Hewas Egîd li cihê xwe man.

Civîna desteya giştî ya Itîlafa Opozisyona Sûriyê, li stenbolê bidawî hat, û Ebdirehman Mistefa ku kesekî Turkman e bû serokê Itîlafê, û her yek ji Ebdilbasit Hemo, Bedir Camûs û Dîma Mûsa bûn cîgirê serok.
Di heman civînê de jî endamên Detseya siyasî ku 19 kes in hatin hilbijartin, û her yek ji nûnerên ENKSê Fûad Elîko û Hewas Egîd di cihê xwe de man û careke din, wê wek endamên desteya siyasî ya Itîlafê karê xwe bikin.