Hat zanîn ku xwarziya Mam Celal, Ala Talebanî ku di nav ereban bibû namzeda parlamentoya Iraqê, nekariye dengên pêwîst bîne.
Parlamentera YNKê û xwarziya Mam Celal, Ala Talebanî di hilbijartinên vê carê yên Iraqê de li Bexdayê û li ser pişka ereban bibû namzed.
Her çi qas encamên fermî yên hilbijartinên Iraqê nehatine ragihandin, lê li gorî agahiyên BasNewsê, Ala Talebanî nekariye dengên pêwîst bîne û derbasî parlamentoyê bibe.
Rêveberiya YNKê ji ber helwesta Ala Talebanî li ser xiyaneta 16 Cotmeha par ew nekiribûn namzed ji ber wê jî Ala li Bexdayê bibû namzeda ereban! Basnews