Serrûpel Nûçe Albûma Ciwan Haco li ber derî ye (hevpeyvîn)

Albûma Ciwan Haco li ber derî ye (hevpeyvîn)

Belav bike

Ciwan Haco diyar dike ku piştî du hefteyan dê albûmeke nû belav bike ku karên xwe yên dawî yên ji bo albûma nû temam kiriye, lê ji bo karên hunerî navber nade û ji bo ku piştî payîza îsal albûmeke din derxe, dixebite.

 

Ciwan Haco di sala 1957an de li bajarokê Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, di sala 1979an de ji warê xwe derket û li Almanyayê niştecih bû. Dema ku li cihên giştî dest bi gotina stranan kir 17 salî bû û heta niha 15 albûm belav kirine û piştî du hefteyan dê albûma xwe ya 16mîn belav bike.

 

Navê albûma nû: FELEK

 

Ciwan Haco li ser albûma xwe ya nû ji Rûdawê re ragihand: “Navê albûma min a nû ‘Felek‘ e û bi 12 stranan pêk tê. Ez ê piştî du hefteyan bi awayekî dijîtal belav bikim.”

 

Albûma xwe ya yekem di sala 1970 de bi navê “Emîna” belav kiriye û albûma wî ya herî dawî jî, ku di sala 2012an de hatiye belavkirin “Veger” e. Herwih Ciwan Haco di dema şerê DAIŞê de jî ji bo Pêşmerge stranek kire klîp.

 

Stranek ji bo Şehîd Şîfa Gerdî

 

Ciwan Haco bû salek bi albûma “Felek” ve mijûl e ku Tora Medyayî ya Rûdawê sponsorê wê ye. Haco diyar kir ku di albûma wî ya nû de stranek ji bo Şehîd Şîfa Gerdî amade kireye ku Şîfa Gerdî di 25/2/2017an de li Mûsilê ji ber teqîna bombeyeke DAIŞê şehîd bû.

 

Haco diyar kir: “Bi şehîdbûna Şîfa gelek dilgiran bûm. Şehîd Şîfa bû sembola şehîdan. Şehîdbûna wê li cîhanê deng veda. Ez ji ber ku di albûma xwe ya nû de min ji bo wê stranek gotiye, bextewer im.” Teksta stranê Cano Şakir nivîsandiye. Ciwan Haco eşkere kir ku ew dixwaze di demek nêz de vegere Başûrê Kurdistanê û strana Şehîd Şîfa bike klîp.

 

Strana ji bo Şehîd Arîn Mîkran

 

Herwiha Ciwan Haco şervanên şehîd ên Rojavayê Kurdistanê jî ji bîr nekirine û di albûma xwe ya nû de stranek ji bo Şehîd Arîn Mîrkan gotiye. Arîn Mîrkan ku endama Encûmena Leşkerî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû, roja 5ê Cotmeha 2014an de di êrişeke xwekujî de li gira Miştenûr, zêdetirî 70 çekdarên DAIŞê kuştin.

 

Ciwan bû 39 sal li Almanyayê niştecih e, li wir sê sal li Zanîngeha Bochum beşa muzîkê xwendiye û ketiye bin bandora muzîkjenên Alman, ev jî bûye sedema wê yekê ku bi muzîka klasîk a Kurdî û bi taybetmendiyên muzîka pop û rock a Ewropî, şêwazeke taybet ji bo xwe çêbike.

 

“Her kes dê xwe di vê albûma min a nû de bibîne”

 

Li ser ciyawaziya vê albûmê ji albûmên wî yên berê, Ciwan Haco eşkere kir: “Gelek ciyawaz e. Her kes dê xwe têde bibîne, klasîk, modern, ji rîtmên erebesk, rock, pop, cazz, hemû têde hene.” Haco herwiha got: “Em ê albûmê bi awayî dijîtal, bi rêya înternetê belav bikin. Ez ê tenê 500 heb CD kopî bikim, ew jî ji bo diyarî ye.”

 

Ciwan Haco li ser sedema belavkirina albûmê bi rêya înternetê dibêje: “Tiştekî bi navê bazara muzîka Kurdî tine ye. Bazirganiya muzîka Kurdî bi sifirê re yeksan e.”

 

Di sala 2004an de rê ji Ciwan Haco re hat vekirin ku li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê konsertek saz bike. Nêzîkî 200 hezar kes di konsertê de amade bûn. Konsertên Ciwan Haco kêm in, li ser sedema wê jî Haco dibêje ku “Kurd hêj hînî konsertan nebûne”.

 

Ciwan Haco li gel stranbêja navdar a Kurd Hulya Avşar ku ji Kurdên Bakurê Kurdistanê ye û li Tirkiyê navdar e, bi awayê duet stranek xwendibûn, li ser amadekirina dueteke din eşkere kir ku di vê albûmê de jî duetek heye lê vê carê, ne li gel Hulya Avşar e, li gel stranbêja Tirk ‘Bilge’ ye. Haco diyar kir: “Rêveberê karên min ew xanim pêşniyar kir û got ku hunermendeke gelek baş e, wisa jî bû, çimku herçiqas Kurdî nizanibû, teksta stranê ya bi Kurdî gelek xweş xwend, bi rastî ez mat mam.”

 

Ciwan di sala 1999an de bi xanimeke Ayslandî zewiciye û bavê du keçên bi navên Lorîn û Roza ye. Ciwan Haco ku bi stranbêjiya sirûdên niştimanî hat nasîn, piştî zewacê awaz û tekstên stranên wî gelek guherîn. Ev ji ber wê yekê ye ku berê gotibû: “Em Kurd bi awayekî giştî guherîn. Berê me şerm dikir, lê îro pêwîstiya me bi amrazên din heye. Divê em ji kevneşopî sûd werbigrin. Pêwîstiya me bi fîlmên rind, muzîkên baş û şanoyên xweş heye. Divê em îsbat bikin ku em dikarin behsa evîn û seksê jî bikin, neku her siyaset.”

 

Zewaca li gel jineke biyanî û bûna bavê du keçikan, sedemek bû ku jiyana diyasporayê hilbijêre û venegere Rojavayê Kurdistanê. Lê belê ew dibêje ku yek ji wan sedeman jî, “siyaset” bûye. Ciwan Haco dibêje: “Dema ku ez şaşiya siyasetmedarekî dibînim, nikarim neaxivim. Divê ez bibêjim ku Kerkûk û Efrîn ji ber şaşiya serkirdeyên Kurd ji dest çûn. Ji desthilatdarên Rojava bipirsin, CiwanHaco çima venagere.”

 

“Min bêriya Tirbespiyê kiriye”

 

Ciwan Haco herwiha got: “Ez gelek bêriya Tirbespiyê dikim, ji sedî sed dixwazim vegerim. Lê min li vir jiyaneke din ji xwe re çêkiriye, ji bilî wê min kariye li gel Bakur û Başûrê Kurdistanê peywendî daynim, lê ez nizanim çima ev têkelî li gel Rojavayê Kurdistanê çênebû.”

 

Li gor Ciwan Haco rewşa hunerê li Rojavayê Kurdistanê xirab e û dibêje: “Niha taqeta xelkê ji bo hunerê nemaye, xelk di nav şer de ye, di dema şer de buhayê muzîk sifir dibe, niha li wir mirov li pey nan e, ne li pey stranan.”

 

Haco dibêje: “Her çiqas karê min kêm bûye, lê hêj taqeta min a xebatê maye, niyeta min heye payîza îsal dest bi tomarkirina albûmeke din bikim.”