Endamekî partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye PDK-S li herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê hat girtin.
Seid Omer, berpirsê ofîsa pêwendiyên niştimanî ya PDK-S ragihand ku şeva borî grûpeke çekdar, Deham Osman, endamê komîteya herêmî ya PDK-S li gundê kelhê yê ser bi Dêrikê ve girtiye.
Li gorî Seîd Omer, şeva borî, derdora saet 11 û 30 xulekê şevê, grûpeke girêdayê PYDê, Deham Osman girtine û heta niha nehatiye berdan.
Deham Osman, Endamê komîteya herêmî ya PDK-sê û endamê ofîsa sekretariya Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demokrata Kurdistanê li Sûriyê ye û xelkê gundê Kelhê yê ser bi Dêrikê ve ye.