Serok Barzanî pêşwazî li jineke dosta gelê Kurdistanê kir, ku berdewam pesnê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dike.
Nivîskar û helbestvana gelê Emazixî ango Berberî li bakurê Afrîqayê Melîke Mezan, berdewam li torên civakî ve û bi helbestên xwe ve piştevaniya xwe ya ji gelê Kurdistanê re nîşan dide û Pêşmerge wek sembola azadî xweziyê pênase dike.
Îro 31.07.2018ê serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw di tora xwe ya taybet a civakî facebookê de ragehand, Serok Mesûd Barzanî li binkeyê Barzanî pêşwazî li Melîke Mezan kiriye.
Berî naha heftenameya Bas hevpeyvînek li gel Melîke Mezan pêkanîbû û ragehandibû ku ew gelek keyfxweşe ku xewna wê ya serdana Kurdistanê û dîtina Pêşmerge ji nêzîk ve pêkhatiye. BAS