Roja 15ê Tebaxê firokeyên Tirkiyê wesayîta Fermandarê Giştî yê PKKê yê li Şingalê Zekî Şingalî kirin armanc û Zekî Şingalî di encama bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberê Nahiyeya Sinûnê yê bi Wekalet Xwedêda Çûkê diyar kir ku armanca firokeyên Tirkiyê tenê Zekî Şingalî bû.
Rêveberê Nahiyeya Sinûnê yê bi Wekalet Xwedêda Çûkê ji Rûdawê re ragihand: “Agir ji erdê derket, min nizanî, dema ez nêzîk bûm min dît li wesayitekê daye, wextê ez nêzîk bûm min dît hemû ji wesayîtên xwe baz dan, me zanî hatine armanckirin, tiştê ku ez dizanim Mam Zekî cara ewil birîndar bû, ajovanê wî ew ber bi Barê anîn, wextê em derbasbûn pişt seytera Şilo, dîsa du derbên firokeyê lê dan.”
Xwedêda Çûkê destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye ku armanca firokeyan tenê Zekî Şingalî bû. Çûkê diyar kir: “Me bawer kir ku tenê Mam Zekî hatibû armanckirin, ji ber ku herdu tirimpêlên ku lêdabûn, tirimpêlên wî bûn.”
Serokê Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzdiyan (PADÊ) Umer Salih jî diyar kir ku çend sal in gefên Tirkiyê li ser Şingal û Qendîlê ne, lê ti metirsî li ser xelkê Şingalê tine ye.
Umer Salih eşkere kir: “Ez bawer nakim ji ber gefên Erdogan mirovekî me yê Êzdî cihê xwe yê pîroz terk bike, îro hikûmeta Iraqê li her derê Şingalê ye, dema leşkerekî Iraqî şervanekî YBŞê dibîne, li ber wî disekine, çawa dê karibin li YBŞê bixin, YBŞ jî mirovên Iraqî ne û Êzdî ne.”
Welatiyekî bi navê Xêrî Murad jî dibêje ku ji dema Osmaniyan heta niha, dewleta Tirkiyê dixwaze vî miletî tine bike, dîrok dijminê miletê Kurd e.
Di nav du salan de devera Şingalê du caran hat bombebarankirin û xelkê deverê daxwaz dikin ku ewlehî li devera wan hebe. Rûdaw