Şandeke îstîxbarata Emerîka ya bilind çûye Şamê û ligel Serokê Encumena Asayîşa Niştimanî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlûk civiya ye û li ser çend xalan li hev kirine.
Rojnameyeke nêzîkî hizbullaha Libnanê di nûçeyeke xwe de îro nivîsand ku şandeke istîxbaratî di hezîrana derbasbûyî de li Şamê bû û gelek hevdîtinên girîng ligel fermandarên artêşa Sûriyê pêk anîn.
Li gor wê nûçeyên di nava şandê berpirsên bilind yên istîxbarata Emerîkî CIA û hêzên emnî yên wî welatî hebûn.
Ew şand bi balafireke taybet ya îmaratî çûye Şamê û li taxa Mezzê ligel serokê Encumena Asayîşa Sûriyê Elî Memlûk civiya ye.
Ji aliyê Sûriyê, li kêleka Memlûk, serokê istîxbarata giştî Lîwa Dîb Zêtûn û cîgirê serokerkanê Sûriyê Lîwa Muwefeq Eseed jî hebûn û hevdîtinê 4 saatan dirêj kir.
Li gor rojnameya El Exbar, şanda Emerîkî di hevdîtinê de gotiye bi s mercan ew amade ne ji Sûriyê derkevin, ew jî derketina hêzên Îranî ji Sûriyê, rêdana şîrketên emerîkî yên petrolê ku beşekî ji petrola rojhilatê Sûriyê bikar bînin û agahdarkirina Emerîka li terorîstên li Sûriyê bi taybetî yên biyanî ku hewl didin vegerine welatê xwe.
Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan li hev kirine ku bi navbênkariya Îmarat û Rûsya pêwendî di navbera wan de berdewam bin.