Nûnertiya ENKSê di di nava Îtîlafa Sûriyê de ligel şandera Amerîka bo karûbarên siyasî derbarê dosyaya Sûriyê de civiya.
Şanda ENKSê di hevdîtinê de ji Ebdilbasit Hemo, Fuwad Elîko û Hewas Egîd pêk hatibû.
Hevdîtina ligel berpirsa Emerîkî Zehra Bêl li ofîsa nûnertiya ENKSê ya Stenbolê pêk hat.
Cîgirê serokê Îtîlafê Abdulbasit Hemo ji Rûdawê re ragihand ku wan ligel şandera Amerîkî nêrîna ENKSê derbarê rewşa herêmên Kurdî û Sûriyê, kiryarên PYD û girîngiya vegera Pêşmergeyên Roj bo deverê gotûbêj kirine.
Li gorî Cigirê Serokê Îtîlafê, şanda ENKSê ne-cidiyeta Amerîka rexne kiriye û xwestiye ku Amerîka zextê li ser PYDê çêbike ji bo ku dest ji kiryarên xwe berde.