Serkreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî eşkere kir ku partiya wî berbijêrkirina Berhem Salih ji bo postê Serokomariya Iraqê qebûl nake û got: “Berbijêrê me dê ji aliyê Serok Barzanî ve were destnîşankirin.”
Fazil Mîranî li Pîrmamê beşdarî bangeşeya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê bû û di daxuyaniyeke rojnamevanî de li ser rizamendiya PDKê ya li ser berbijêrkirina Dr. Berhem Salih ji bo postê Serokomariya Iraqê ragihand ku dê berbijêrê PDKê hebe û got: “Eger me Kak Berhem qebûl bikira, dê berbijêrê me tinebûya.”
Mîranî herwiha diyar kir: “Berbijêrê me dê ji aliyê Serok Barzanî ve were destnîşankirin, piştre hevalên me dê li ser berbijêr gotûbêjê bikin û dûvre jî dê li komîsyona Bexdayê were diyarkirin.”
Li ser pirsa Peyamnêrê Rûdawê ya derbarê wê yekê de tê gotin hinek Şîe û Sunî li ser berbijêrkirina Dr. Berhem Salih rijd in, Serkreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: “Parlemento ye û hilbijartin e, mirov azad e ku deng bide kê.”
Fazil Mîranî eşkere kir ku PDKê hêj navê berbijêr yekalî nekiriye û got: “Gelek nav hene, lê hêj yekalî nebûye.” (Rûdaw)