Li ser tora civakî vîdyoyek belav bû û tê de çekdarekî Yekitî li sînorê Silêmaniyê bi demançê li Kurdekî (xwediyê firinekê ye) dixe û wî birîndar dike, piştre sûkayetî bi wî dike û gotinên xerab jêre dibêje.
Eşkere bû ku navê wî çekdarî Aras Osman e, xelkê Şarezore û pasewanekî fermandarekî YNK ye. Polîsên Silêmanî jî dibêjin ew hatiye girtin û ew serokê grûpeke çeta ye.
Ew çekdar berî çend caran ji ber çend sûcên weke lêxistin, bi zorl pere ji xelkê standin û çend kiryarên çetetiyê hatibû girtin, piştre bi wasite ji aliyê YNK ve hatibû berdan.
Li gor hinek jêderan ev vîdyo ji aliyê Gorran ve hate belav kirin, ji bo ku eşkere bike li sînorê parêzgeha Silêmanî mafyatî heye.