Serrûpel Nûçe HSD dixwaze hikûmeta Sûriyê vegere

HSD dixwaze hikûmeta Sûriyê vegere

Belav bike

Berdevka HSD Cîhan Ehmed ji ajanseke rûsî re ragihand, ew dixwazin dezgehên hikûmeta Sûriyê vegerin û ala xwe bilind bikin û dest bi karê xwe bikin.

Cîhan Ehmed her wiha got, ew ji Sûriyê cuda nabin û ew dixwazin bi Sûriyê li ser rêveberiya xweser bigihên rêkeftinekê.

Her wiha got, ew ne li dijî hikûmetê ne, çend caran di navbera wan û hikûmetê de hevdîtin jî çêbûne.