Serrûpel Nûçe Vladimir Putin: “Em piştgiriya diyaloga Kurdan û hikûmeta Sûriyê dikin”

Vladimir Putin: “Em piştgiriya diyaloga Kurdan û hikûmeta Sûriyê dikin”

Belav bike

Serokê Rusya Vladimir Putin, dikonferanseke rojnamevanî de, li Mosko ligel serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got ew piştgiriya diyaloga nûnerên Kurdan û hikûmeta Sûriyê dikin.

Her wiha got, mafê Tirkiyê heye li gor Rêkeftina Adana derbasî nava xaka Sûriyê bibe û şerê terorîstan bike.

Putin di bersiva pirseke got, di destûra Sûriyê ya nû de divê mafê hemû pêkhateyan parastî be.