Nûnerê serokê Amerîka ji bo kirîza Sûriyê Jêms Cêfrî ragihand, wê ti hebûna PYDê li navçeya aram li bakurê Sûriyê tunebe.
Di konfiransa Encûmena Karên Amerîkî-Turkî de, nûnerê serokê Amerîka ji bo Sûriyê Jêms Cêfrî got, divê Îran digel milîsên xwe ji Sûriyê derbikevin û vegerin mala xwe li Îranê.
Jêms Cêfrî diyar kir, ew baş ji dilgiraniyên Tirkiyê ji hebûna PYDê li ser sînor fêm dikin, ji ber vê yekê di navçeya aram de wê PYD tune be.
Jêms Cêfrî bal kişand ser wê yekê ku divê Sûriyê bi timamî çekên xwe yên kimyawî radest bike, û ew welat nebe bingehek ji bo milîsên biyanî.