Fermandarê HSD Mezlûm Kobanî îro roja înê axaftinek pêşkêş kir û got, bi riya navbênkaran hevdîtin di navbera wan û Tirkiyê de hene.
Kobanî got, ew dikarin li ser pirsa sînor li hev bikin, lê divê Tirkiyê mudaxeleyî nava karûbarê Sûriyê neke.
Her wiha got, divê Tirkiyê ji Efrînê derkeve û bê vegerandina Efrînê ji bo xelkê wê, çareserî ne mumkun e.