Serokê PKK Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re civiya û ji HSD xwest ku hesasiyeta Tirkiyê li ber çavan bigire bi Tiriyê re, ne bi riya hêzê, lê bi hêza kultur û siyasetê pirsgirêkan çareser bikin.
Ocalan, her wiha got, divê di çarçoveya Hêzên Sûriya Demokratîk de û bi awayekî ku yekîtiya Sûriyê parastî be, bi garantiyên destûrî pirsgirêkên li Sûriyê bêne çareserkirin.
Piştî 8 salan ji qedexkirina hevîdtina parêzeran re, îro hat ragihandin ku di 2 vê mehê de, 2 parêzer bi Ebdula Ocalan re civiyane û Ocalan jî peyameke nivîskî daye wan û têde behsa giringiya çareserkirina prisgirêkên deverê bi awayekî demokratîk û ji şer dûr hatiye kirin.