Kurê serokê Emerîka, Donald John Trump, êrîşî televîzyona El Cezîrê kir û got ew dijmintiyê dixe nava xelkê û derewan dike.
Donald John Trump, televîzyon bi wê yekê tewanbar kir ku rastiyan berovajî dike.
Kurê serokê Emerîka di twîttekê de ji xelkê xwest dernekevin ser wê televîzyonê.
El Cezîrê fîlmeke dokumentarî belav kiribû û têde gotibû ku Holocaust (komkujiya li dijî yahûdiyan) çênebûye.