Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi mersomeke fermî Mesrûr Barzanî bi pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Kurdistanê erkdar kir.
Li gor peyrewa navxwe ya Parlemantoya Kurdistanê, tenê 30 roj li pêşiya Mesrûr Barzanî hene, ji bo ku hikûmetê ava bike.
Di merasîma erkdarkirina Mesrûr Barzanî de ji bo pêkanîna kabîneya nû de, Seroka Parlemana Kurdistanê û Serokê Encûmena Bilind a Dadweran amade bûn.