Serrûpel Nûçe “Kobanî” çend sirrên hevdîtinên ligel MIT û projeya Herêma Aram eşkere kir

“Kobanî” çend sirrên hevdîtinên ligel MIT û projeya Herêma Aram eşkere kir

Belav bike
Di hevpeyvînekê de ligel malpera tirkî Ahvalnews fermandarê giştî yê HSD (QSD) Mezlûm Kobanî hinek proje û nehênî eşkere kirin.
Rojnamevanê ku hevpeyvîn çêkiriye, Ergun Babahan dinivisîne ku wî pirsa hevdîtinên ligel istîxbarata Tikriyê MIT kiriye, Mezlûm Kobanî ji wî re gotiye, berê hinek hevdîtinên wan ligel Enqerê çêbûn, lê serokê MIT Hakan Fidan di nav de tune bû.

Li ser Herêma Aram Mezlûm Kobanî projeya xwe wiha tîne ziman:

  • 30 km. nabe, bila 5 km. be.
  • YPG ji sînorê vekişe û hêzên herêmî têde bi cih bibin.
  • Çekên giran ji herêmê têne derxistin, li cem me çekên giran hene em dikarin xwe bigihînin Tirkiyê jî, emê wan çekan bikişînin, çek li cem me hene 20 km. diçin.
  • Bila hikûmetên herêmî, navçeya aram îdare bikin.
  • Li hemberî wê jî bila Tikriyê soz bide ku ewê êrîş neke.
  • Bila bêyî Tirkiyê hêzên navdewletî li wir bi cih bibin.
  • Eger li Efrînê guhertin çêbibin, Tirkiyê jî dikare di nava hêzên navdewletî de bi cî bibe, lê Efrîn şert e.
  • Bila ji Efrînê çete û çekdar derkevin, kesên ji derve li wê derê hatine bi cî kirin derkevin, hêzên Tirkiyê dikarin li wir bimînin.