Dije-Terora Kurdistanê, girtina hevkarekî encamderê sereke yê êrîşa Hewlêrê ragihand.
Dije-Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand: “Yek ji hevkarên tawanbarê sereke yê bûyera terorîstî ya teqekirina li xwaringekeke bajarê Hewlêrê, yê bi navê Muhemed Bîsiksiz ku bi navên Dijwar, Mamend û Yûsif jî tê naskirin, îro Şemî 20-07-2019an ji aliyê Rêveberiya Asayişa Hewlêrê û Dije-Terora Kurdistanê ve hate girtin.”
Herwiha pêştir Dije-Terora Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, encamderên sereke êrîşa roja Çarşemiyê ya li Hewlêrê yê bi navê Mazlum Dag ji aliyê hêzên wan ve hate girtin.
Roja Çarşemî 17ê Tîrmehê, li xwaringeha HuQQabaz a li bajarê Hewlêrê êrîşek pêk hatibû û di encamê de dîplomatekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê û 2 welatiyên Kurdistanê hatibûne kuştin.