Huner çekê bihêz ê li dijî terorê ye
Huner zimanê giyanê mirov e. Bi riya hunerê, mirov xwe û her tiştê li derdora xwe bi dîtin, deng û tevgerê derdibirîne. Herwiha dikare bi riya wê jî hest û hizrên xwe nîşan bide. Ne merc e huner derbirîna pêwîstiyeke jiyanê be, belkû behre û dahênaneke sirûştî ye di hunava mirov bi xwe de ye, lê li cem her mirovekî ji yê din cuda ye. Nîgarkêşî û şêwekarî jî yek ji wan huneran e, ku şêwekar rûberan di xeyalan de diçîne û bi firçeya xwe bêdengî û derkandinê bi xêz û rengan dinimûne.
Hunermenda Kurd a Efrînê Cîhan Mihemed ku niha koçberî Tirkiyê bûye, ne ji demek e dirêj e pêyên xwe danîne ser riya dahênanê, lê bi gavine çespandî tê de rêwîtiyê dike û bi firçe û rengên xwe hewla gihandina peyama xwe û jina Kurd dide.
Destpêkê em li cem qonaxên yekem yên behreya te ya hunerî rawestin, çawa te zanî di hunava te de nîgarkêşek heye? Çi tiştî hîşt derbasî vê ezmana dahênanê bibî?
Bawer im behre xwezayî ye û bi min re jidayik bû, ji biçûkaniyê ve û di dema xwendina seretayî de min dest bi xêzkirin û resimandinê kir. Tiştên min li ser rûpelan xêz dikir , bala mamosteyên min dikişand û ew di pêşangehên dibistanê de numayiş dikirin. Min ti rojekê ev huner bi awayekî akademîk nexwend, malbatê jî girîngî neda vê behreyê, ji ber wê deh salan jê bidûr ketim. Piştre dema ji ber şerê li Sûriyê rû daye, koçberî Tirkiyê bûm, li wir careke din vegeriyam û bixwe min kar li ser vê behreyê kir û xwe bipêş xist û dest bi xêzkirinê kir.
Bi piranî bi pênûsên komirî û rengîn zeytî û acrylic diresimînin, bêhtir xwe di dibistana rasbîn “realism” û derbirînê “expressionism” de dibînim. Herwiha min beşdarî di hejmarek pêşangehên li Iskenderon û Dîlokê de kirine û bi şêwimendên Kurd, Tirk û Ereb re tabloyên xwe nîşan dane.
Çi tişt hunermend Cîhan Mihemed diarîne ku xêz bike û wê ber bi xwe bikişîne? Bandora kê ji hunermend û şêwekaran li ser wê heye?
Tiştê ku hîştiye ber bi vê hunerê ve biçim, rewşa niha ya em tê de dijîn e. Pêwîstiya min pê heye, bo kelên di hunava xwe de bi xêzkirinê birjînim ser tabloyan. Bandora ti hunermendekî cîhanî li ser min nîn e, her kesek awayê wî yê cuda heye, ez jî hewl didim bigihim asta wan.
Her hunermendek peyam û dozeke wî heye di ber de xebatê dike û dixwaze wê bi hunera xwe bigihîne? Çi babet bêhtir di tabloyên te de cihê xwe digire?
Dema min dest bi hunera şêwekariyê kir, karên min pabend û xwedî peyam hatin diyarkirin. Peyama min jî ew e, rewşa heye wek heye bi kirêtî û bedewiya wê, bi nehênî û erêniya wê veguhêzim. Destpêkê û ta niha mijarên tabloyên min li ser evîn, jin, kultura Kurdî, şer û zarokan e.
Qonaxên tê re karê te derbas dibin, destpêkê ji sergihabûna bîrokeyê di xeyala te de û ta bercestekirina wê li ser tabloyê çawa ne?
Dema dest bi xêzkirina tabloyê dikim, di qonaxa yekem de divê babet hebe û armanca ji tabloyê diyar be. Piştre awayê ku wê babetê li tabloyê nîşan bidim hildibijêrim, ka dê bi awayê rastbîn e yan derbirînî be, li gor wê babetê di xeyala xwe de dibînin dest bi xêzkirinê dikim.
Şer çi bandor li karê te yê hunerî kiriye, bi taybet ku em dibînin gelek kar li ser şer û penaberiyê hatine kirin û tarîtî tê de tên nîşandan? Çi tişt mirov diarîne ku di vê qonaxa niha de bedewiyê biafirîne?
Mirov bê welat, ne tiştek e. Huner jî cilê parastina ji nezanî û şer e, bi taybet dema ew huner peyameke niştimanî û mirovî di nava xwe de hildigire û dixwaze bigihîne cihekî. Di dema niha de nikarin bedewiya jiyanê tenê di karên xwe de berceste bikin, rewşeke gelekî tarî di ser me re derbas dibe, em hûrgiliyên wê li pêş çavên xwe dibînin, ew jî me bi firçe û rengên me ber xwe ve dikişîne. Ew çekê bihêz li dijî terorê ye.
Bi nerîna te, di vê dema ajawe û qerebalix de çawa camewer dikare karê hunerî yê baş ji yên din cuda bike, bi taybet ku tevgera rexnegiriyê nîn e?
Karên hunerî yên baş û yên bîroke û hestê hildigirin, xelkê ber xwe ve dikişîne û ji xwe berê digihe wan. Camewerê çêjna hunerê dike, ne her demê pêwîstiya wî bi rexn û nirxanidina karê hunerî heye.
Jin bi gelemperî û dê bi taybet babeta sereke ya berhemên dahêneran e, tu wek hunermendeke Kurd a Efrînî çawa êş û azara jin û diya Efrînî nîşan didî?
Jin bedewiya jiyanê ye û ew di piraniya tabloyên min de cihê xwe digire, bi kesayetiya xwe ya bihêz, cegerderiya xwe û heta bi bedewiya ya Kurdî û cilûbergên xwe wê dibînim. Herwiha dê jî di jiyana gundîtî de, bi kar û azara xwe û bi qurmiçiya çehrê xwe û birêvebirina karûbarên malbata xwe dibînim û xêz dikim.
Dema rengê Cîhan Mihemed bi zîziya ji welat re tevlîhev dibin, tabloyeke çawa li pêş me berceste dibe?
Dema bîra welatê xwe yê bedew dikin, tabloyeke kesek bi ezmaneke şîn berceste dikin û hêviya me ew e ku ewrên tarî dê nemînin û em bi aştî û ewlehî bijîn.
Di navbera heyîn û xewnê de, dilê şêwekar Cîhan Mihemed li kû digurpe û çawa hunerê û rola wê dibîne?
Xewn ji jiyana ku em dijîn bedewtir e. Em bi aştî û li gor dilê xwe dûrî qerebalixiya jiyanê tê de dijîn, wek xewna ku dema em li pêşangehên xwe ne û bi rengên xwe dijîn û di deryaya xeyal de melavaniyê dikin. Huner heye, ji bo xweşî û bedewiyê belav bike û di heman demê de jî şerê nezanî û hejariyê bike, ew çekê bihêz ê li dijî terorê ye û jiyana bidawî nabe ye. (K24)