Serrûpel Nûçe PKK ji PYD xwest baweriya xwe bi Emerîka neyne û berê xwe...

PKK ji PYD xwest baweriya xwe bi Emerîka neyne û berê xwe bide Şamê

Belav bike

Di hevpeyvîneke xwe de Besê Hozat, hevseroka KCK (PKK) ligel televîzyona Stêrk ku nêzîkî PKK ye, got Emerîka û Tirkiyê bi hev re planekê li dijî rojavayê Kurdistanê birêve dibin, ew jî di çerçeveya avakirina navçeya aram de ye.

Besê Hozat ji rêveberiya xweser, tevdem û PYD xwest pêwendiyên xwe bi Şamê re xurt bikin.

Her wiha ji Şamê jî daxwaz kir ku itîrafê bi rêveberiya xweser bike.

Besê Bozat got, Emerîka, Rûsya û Tirkiyê her yek ji wan ji bo berjewendiya xwe Sûriyê ji nû ve dîzayn dikin,

Herêma di bin kontrola HSD de ewle ye, lê Emerîka û Tirkiyê bi hev re li gor berjewendiyên xwe hereket dikin. Tirkiyê dixwaze hemû rojavayê Kurdistanê dagîr bike,