Hüseyin Alp, Sultan Kösen û Seyithan Özdemir; sê zilamên dirêj yên Kurdistanî ne. Yê yekem 2m 15cm, yê duwem 2m 51cm û yê sêyemîn jî 2m 5cm dirêj in. Sultan Kösenê ku di sala 1982yê de li Mêrdînê hatî dinê, di 2011ê de wek zilamê jîndar yê herî dirêj yê cîhanê kete pirtûka rekoran ya Guinnesê.
Seyithan Özdemirê ku di sala 1978ê de li Mûşê xwedê dayî, di rêzefîlmên kanalên tirk de lîstikvanîyê dike. Özdemirê ku berê parastvanî dikir, nexasim piştî rêzefîlma ‘İçerde’ ku li vir karakterek bi navê ‘mînîk’ dileyîst, hate naskirin.
Hüseyin Alpê di sala 1935ê de li gundê Hemal yê Sêwasê hatî dinê jî, di salên 60î de di tîma netewî ya tirk de basket leyîst. Dûre, di fîlmên tirkî yên wek ‘Tarkan’ û ‘Kara Murat’ de, bi rola ‘Zilamê dêw yê xirab’ derket pêş sînemahezan. Di sala 1983yê de jî çû ber dilovanîya xwedê. (Yado Ciwan)