Serrûpel Nûçe Kujerê 5 endamên malbateke rojavayê Kurdistanê itîraf dike (vîdyo)

Kujerê 5 endamên malbateke rojavayê Kurdistanê itîraf dike (vîdyo)

Belav bike


Asayişa Hewlêrê îtîrafên qatilê malbata 5 kesî ya Rojavayê Kurdistanê, kesê bi navê Ferîdon Kerîm Remedan belav kir.

Di wan itîrafatan de behsa kuştina dayîk, bav û 3 zarokên malbateke Kurdên rojavayê Kuridstanê dike, ku bi klaşnîkovê kuştibûn.

Asayişê dîmenên otombêla wî jî belav kir, dema wê malbatê dibe mezreeiyê ku li wir wan bi hev re dikuje.

Kujerê wê malbatê dibêje, ku pirsgirêk di navbera wî û xwediyê malê Besam de hebûn, nikarîbû çareser bike, roja 2yê vê mehê li nav mezreiyekê klaşnîkova xwe ji otomobîlê derdixe û wan yekî li pey yekî dikuje, dayika zarokan bi bilokê dikûje û piştre hersê zarokan jî dikuje.

Qatilê wê malbatê Ferîdon Kerîm Remedan dibêje, piştî rojekê ew ji aliyê Asayişê ve hate girtin.