Serrûpel Nûçe Lîwa Ehmed Mismarî: Tirkiyê çekdarên murtezeq ji Sûriyê dişîne Lîbya

Lîwa Ehmed Mismarî: Tirkiyê çekdarên murtezeq ji Sûriyê dişîne Lîbya

Belav bike

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbya Lîwa Ehmed Mismarî got, Tirkiyê çenkdarên tundrew ji Sûriyê dişîne Lîbya, hinek ji wan çekdarên cebhet el Nusre ne û hinek jî ji wan çekdarên daişê ne.

Li gor hin çavkaniyan, Tirkiyê 250 çekdarên Sûrî şandine Lîbya ji bo ku şerê artêşa Niştimanî bikin, ku Xelîfe Hefter fermandariya wê dike.

Derbarê vê yekê de, Xalid Xiwêl, şêwermendê Encûmena Hozên Lîbya ji rojnameyeke erebî re ragihand ku Tirkiyê fermandarên grûpên tundrew li cem xwe dihewîne.

Rojnameya El Ereb nivîsand ku di 2-3 rojên dawî de Tirkiyê nêzîkî 1000 çekdar ji Sûriyê birine Lîbya ji bo ku piştgiriya hikûmeta Ixwan Mislimîn bikin ku Faîz Serac serokwezîrê wê ye.