Emîndarê giştî yê Hizbullaha Libnanê ku weke rêxistineke terorîst tê naskirin, Hesen Nesrullah ku bi salane ji tirsa kuştinê ji binzemîn dernakeve û hemû axaftinên wî rekord in, bi zimanekî ne şêrîn êrîşî serok Mesûd Barzanî kir û got pêwîst bû Barzanî di kuştina Qasim Silêmanî de piştgiriya Îranê kiriba, ji ber Îranê nehîşt herêma Kurdistanê bikeve destê Daişê.
Her wiha dibêje ku Qasim Silêmanî di dema êrîşa Daiş de Qasim Silêmanî serok Barzanî dîtiye û Barzanî ji tirsa êrîşa Daişê leriziye û alîkarî ji Îranê xwestiye.
Li ser van gotinên Hesen, berdevkê hikûmeta Kurdistanê Dr. Cotyar Adil daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:
Me pê seyre bi dengeke lerzok û şêwazeka sinêlane, hêriş dikî ser Herêma Kurdistanê û rêberê neteweyekê.
Tu ku çend salin te rengê xwe nedîtîye û li jêr erdê te xwe veşartîye, vêca jî sivkatî bi gelekê qehreman dikî. Li şûna evê hêrişa nebicî, heq bû tu berevanîyê li wî neteweya jêr dest bikî ku çend salin sitem û zordarî lê dihêt kirin.
Ew hêza Pêşmerge bû Hewlêr û Kurdistan paraztî neku xelkê din. Tevî vê yekê jî me supasîya hemû kesekî kirîye ku alîkarîya me kirîye, lê ew kesê ku dibêjin nwênerê hewe bûye, û di dema serdana xwe da bo alîyê serok Barzanî pişikdar bûye, divê her ew kes be li gel hev nivşên xwe li rojên 16 û 20 û 26ê Oktobera 2017yê armanc û xewna wî dagîkirina Kurdistanê bû, lê beranber wê xweragirîyê û berevanîya qehremanane ya Pêşmerge, lerzokane û ser şorane serên xwe li kevir dan û xewna wan xistin di gorê de.
Tu ku ji tirsa neyarên xwe newêrî serê xwe hildey, çima şerî bi neteweyekê difiroşî ku ti peywendî bi te re nîne. Serok Barzanî hêma ya xweragirîya neteweyekê ye û tû yê tirsok gelek ji wê biçûktirî evê zimandirêjîyê bikî.
Dr. Cotyar Adil
Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê
12/1/2020