Romanivîsê Tikriyê û xelatgirî Nobelê Orhan Pamûk got, girtina şaredarên Kurd ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nîşan dide ku hurmeta hilbijartinan û sindoqên dengdanê li Tirkiyê nemaye.
Orhan Pamûk ji kovara OT ya Tirkiyê re got rewşa Tirkiyê gelekî xirab û kambax e.
Pamûk her wiha eşkere kir ku li Tirkiyê demokrasî nemaye, azadiya hizrî û ramanê tune ye.