Serrûpel Nûçe Mesrûr Barzanî: Kesên rênimayan binpê bikin wê bi tundî bêne cezakirin

Mesrûr Barzanî: Kesên rênimayan binpê bikin wê bi tundî bêne cezakirin

Belav bike

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna nexweşiya vîrusa korona (Covid-19).

Serokwezîr got: Kî rênimayên di çarçoveya rûbirûbûna Covid-19 de binpê bike wê bi tundî were cezakirin.

Di peyama xwe de Mesrûr Barzanî dibêje, mixabin kesên ku bi virusa korona ketine bi taybetî li parêzgeha Silêmaniyê zêde dibe û sedema vê yekê jî ew e ku wek pêwîst hevkariya damûdezgehên peywendîdar nayê kirin û rêkarên hatine ragihandin ji aliyê hejmareke xelkê ve nayê cîbicîkirin û binpêkirirna rênimayan jî li sînoran berdewam e.

Barzanî ji hemû welatî û kesên li Kurdistanê dimînin dixwaze  pabendî rênimayên herdu wezaretên navxwe û tendirustiyê bin ji bo ku bikarin rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: “Tevî agahdarkirin û tedbîrên pêwîst ên ji aliyê damûdezgehên hikûmetê ve hatine ragihandin; mixabin heta niha ji aliyê hinek kesan ve binpêkirin berdewam in û bi vê yekê jî ne tenê jiyana xwe, di heman demê de jiyana kesûkarên xwe û tevahiya xelkê Kurdistanê dixin metirsiyê.”

Barzanî herwiha dibêje ti berjwendiyeke taybetî ne hêjaye ku jiyana xwe û xelkê jî bixin bin metirsî û gefan û daxwazê ji damûdezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ew kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember metirsiya belavbûna Covid-19ê û dibin sedema jiyana xelkê bikev metirsiyê bi awayekî tundtir ceza bike.

Di berdemiya peyam xwe de Barzanî got: “Hêvî dikim welatiyên hêja zêdetir bi metirsiya vê vîrusê bihesin, tiştê ku li ser hikûmetê bûye me kiriye û em berdewam dibin, lê lazim e tevahiya me hevkarên hevdu bin, rola hikûmet û welatiyan di vê rewşê de temamkera hev in.”

Derbarê derfetên pergala tendirustiya Herêma Kurdistanê de jî Barzanî diyar ku karînên wan kêm in û wiha pê de çû: “Di dema zêdetir belavbûna koronayê de kêşeyên heyî dê zêdetir bibin. Bi cidî wernegirtin anjî her binpêkirinek dibe ku encamên trajîk bi xwe re bîne, lazim e her kes û tevahiya aliyan dev ji berejwendiyên xwe yên taybetî berdin û di xema giştî ya xelkê Kurdistanê de bin, ji ber ku kes nikare xwe ji bandor û encamên koronayê biparêze.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kir ku bi hesteke berpirsiyarane tedbîr û şîretan liber çav bigirin û jiyana xwe, kesûkar û welatiyan biparêzin, di vê dema diyar kirî de li malên xwe de bimînin û kêmtir hatûçû bikin û bila têkiliyên xwe kêm bikin.

Barzanî herwiha spasiya tîmên tendirustiyê kir ku di eniya pêş a rûbirûbûna koronayê de ne. Rûdaw