Hate ragihandin ku cîgirê berê yê serokê Sûriyê Hafiz Esed, Ebdulhelîm Xedam di 88 saliya xwe li Parîsê miriye. Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî nehatiye weşandin.
Xedam di sala 2005 de cuda bûbû û çûbû li Frensa iltîca kiribû, ew di dema xwe de gelekî nêzîkî Esed bû û yek ji kesên gelekî bi bandor bû li Sûriyê.