Serokê ENKS Siûd Mele, bi munasebeta cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û têde cejna gelê Kurdistanê, bi yatbetî cejna Kurdên rojava, malbatên şehîd û pêşmergeyan, bi taybetî jî leşkerê Roj pîroz kir.
Siûd Mele di peyama xwe de dibêje, şehîdan ji bo parastina azadî û kerameta Kurdistanê canê xwe dan û ewê her demê weke ronahiyekê ji bo tevgera rizgariyê bimînin.
Her wiha ji welatiyan xwest ku ji ber virusa korona pabendî rênmayan bin û hêvî kir ku ev cejn bibe munasebetek ji bo nêzîkirina aliyên kurdî li rojavayê Kurdistanê
Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî cejna remezanê li malbatên şehîd, şervanan û cîhana îslamî pîroz kir.