Serrûpel Nûçe Mezlûm Kobanî YPG û xwediyên şehîdên Amûdê li hev tîne (foto)

Mezlûm Kobanî YPG û xwediyên şehîdên Amûdê li hev tîne (foto)

Belav bike

Komkujiya Amûdê çi bû û çawa çêbû?

Bajarê Amûdê ku di destpêka krîza sûriyê de ji sala 2011an ve, bi miletê sûriyê re li dijî desthila Serokê Sûriyê Beşar Esed rabû û di her Înekê de derketin xwepêşandnan.

Li gor çalakvan dibêjin, berî destpêkirina xwepêşandnan, asayîşa li Amûdê ew bajar dorpêç kirbû û  3 xortên çalakvan girtibûn, ji ber wê yekê welatiyên Amûdê ji 17 Hezîranê ve dest bi xwepêşandananên aştiyane kirin û daxwaza azadkirina wan xortan kirin. Di 20 Hezêranê de hejmarek ji xortan ketin girfta birçîbûnê û gotin ku, girfta wan dê berdewam be heta girtiyên wan ji aliyê asayîşê ve bên berdan.

Xwepêşandan heta 27 Hezêranê berdewam bûn, lê bersiva asayîşê ji wan xwepêşandanan re avêtina guleyan bû, ku di encamê de 6 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke din ji welatiyan birîndar bûn. Ji wê rojê ve xelkê Amûdê wê rojê bi roja pêncşema reş binav dikin.

Li ser kuştin û avêtina guleyan ji aliyê endamên asayîşê ve Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di wê demê de ragihand ku, kesên çekdar di nav xwepêşanderan de hebûn û wan kesan gule avêtin  endamên Asayîşê û bû sedema kuştina endamekî wan, ku bi vê yekê jî endamên asayîşê gule avêtin û armanca wan ne kesên sivîl bûn. (jêder: K24)