Serkirdeyê YNK Mele Bextiyar, di hevpeyvîneke taybet de ligel televîzyona Rûdaw, behsa naveroka pirtûka xwe ya nû kir û bal kişande ser nakokiyên siyasî li başûrê Kurdistanê, bi taybet problemên di nava Yekîtî de.
Mele Bextiyar wiha behis kir rewşa Yekîtî gelekî xerabe, ev salên dûr û dirêj in, gelek grûp di nava YNK de hene.
Her wiha got, hinekan çend caran hewl dan wî bikujin, niha jiyana wî di xeterê de ye û hinek hene dixwazin wî bikujin.