Berhema nû ya Aras ,navê wê ‘’Derjê’’ ye û li kanala xwe ya taybet li Youtube de belav kir û bêdengîya xwe a dûr û dirêj bidawî kir.
Aras bi cil û bergên xwe ên taybet balê dikşîne. Lewra di klîpê de hunermend Aras bes cil û bergên Kurdî li xwe kiriye.
Klîpa bi navê Derjê de, nivîs û senaryo ya Aras Fatîh bixwe ye û beşek ji awaza stranê û helbest gelirî ye û beşek jî awazê stranê yê Aras bixwe ye .Di dema klîpê de peyamekî ji temaşekeran re dide û dibêje: ‘’Werin em şadî û xweşiyê vegerînin nav jiyana xwe.’’
Aras Fetah Resûl yek ji hunermendên nûjen ê kurd tê nasîn û dema borî de jî berhemên wî yên hunerî ku belav kiribûn gelek deng vedabûn. Yek ji wan jî ‘’Xepegiyan’’ bû û gelek caran jî ji ber wî berhemê xwe Aras nav xelkê de wek Aras xepegiyan jî tê pênase kirin.