Serrûpel Nûçe Serokwezîrê Îsraîlê çû Siûdiyê û ligel Welîehd Mihemed Bin Selman civiya

Serokwezîrê Îsraîlê çû Siûdiyê û ligel Welîehd Mihemed Bin Selman civiya

Belav bike

Medyaya Îsraîlê ragihand ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyaho duh bi serdanekê çû Siûdiyê û ligel Welîehd Mihemed Bin Selman civiya. Di nava şanda wî de serokê istîxbarata Îsraîlê Yusî Kohîn jî hebû.

Televîzyona îsraîlê i24News serdana Netenyaho ji bo Siûdiyê piştrast kir, lê hîn aliyên fermî tiştek negotine.